Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê çend mijaran gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan çend mijaran gotûbêj dikin.
Li gorî zanyariyên Peyamnêrê K24ê li Enqerê Azad Altun, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser sê mijarên sereke gotûbêjan dikin, ew jî: Pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, pirsên aborî û tevgera bazirganî di navbera her du aliyan de û pêşhatên siyasî yên Iraqê û rewşa siyasî ya herêmê bi giştî.
Peyamnêrê me got jî: Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê, ji aliyê çavdêrên sîyasî yên wî welatî ve giring tê dîtin, bi taybetî ji bo pêşvebirina pêwendîyên sîyasî û aborî yên herdu aliyan.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20ê Hezîrana 2023an bi serdaneke fermî gihîşte Enqerê û biryar e ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û berpirsên din ên pilebilind ên welatî bicive. Di civînan de jî, pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê dê werin gotûbêjkirin.