Berdevkê Hikûmeta Herêmê: Serdana Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê ji bo pêşvebirina pêwendiyan e
“Serdana Mesrûr Barzanî derfetek e ji bo gotûbêjkirina pêşhateyên herî dawî yên Iraqê.”
Hewlêr (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil li ser serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê diyar kir: “Serdana Mesrûr Barzanî derfetek e ji bo gotûbêjkirina pêşhateyên herî dawî yên Iraqê.”
Îro Sêşemê 20ê Hezîrana 2023an, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di twîtekê de ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Tirkiyê ye û ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive.
Cotyar Adil eşkere kir, armanca serdana Serokwezîr ji bo pêşvebirina pêwendiyên bihêz ên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ye, ev serdan derfetek dibe ji bo gotûbêjkirina pêşhateyên herî dawî yên Iraqê.
Îro Sêşemê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20ê Hezîrana 2023an bi serdaneke fermî gihîşt Enqerê û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê hevdîtina ligel Erdogan de li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” ragihand, “Min îro bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir û pîrozî li dubare hilbijartina wî kir.”
Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî aşkere kir: “Me li ser pêşdebirina pêwendiyên dualî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.”