Li Hewlêrê kesekî hevjîna xwe û xwişka wê kuştin

Dilvîn û Evîn
Dilvîn û Evîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku duhî li Hewlêrê kesek kete mala xezûrê xwe, hevjîna xwe Evîn Ramazan kuşt û xwişka wê Dilvîn jî birîndar kir, Dilvînê jî şeva borî canê xwe jidest da.

Jêderekî agahdar ji K24ê re tekez kir, Dilvîn Ramazan derengiya şeva borî li nexweşxaneyê ji ber birînên xwe canê xwe jidest da.

Şeva 19/6/2023 li Hewlêrê kesek kete mala xezûrê xwe gule li hevjîna xwe ya bi navê Evîn Ramazan (20 salî) reşandin û ew di cih de kuşt, xwişka hevjîna wî Delvîn (16 salî) jî giranî birîndar bû û ji bo nexweşxaneyê hate rakirin.

Di vê derbarê de, Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, roja 19ê Hezîranê demjimêr 23:10ê li taxa Gulan a bajarê Hewlêrê, tohmetbarekî bi navê (H. R. Y) êrişî mala xezûrê xwe kir. Di encama gulebaranê de hevjîna tohmetbar hat kuştin û xwişkek jî birîndar bû.

Ramazan Hemîd bavê Evîn û Delvînê ji K24ê re ragihand: “Keça min li mala me bû ku kêşe di navbera wan de hebû. Hevjînê wê hat ta ku wê bibe malê. Keça min got ez bi wî re naçim, ew ê min bikuje. Min jî telefonî bavê zavê xwe kir û wî got, wî bişîne mala min. Piştî 15 xulekan zavayê me 2 kes bi xwe re anîn û gule li mala me reşandin.”