Li Diyarbekirê bihayê nan bû 10 lîre

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser daxwaza Jûra Nanfiroşên Diyarbekirê, bihayê nanê 400 gram ji 8 lîreyî bû 10 lîre û ji ber zêdebûna bihayê sotemeniyê bihayên taksiyên zer ên nav bajêr jî bo rêya herî kurt bû 40 lîre û zamên hatine kirin jî ji îro 3ê Tîrmehê pê de dikevin meriyetê.
Ji ber zêdebûna lêçûnan li Diyarbekirê demên dawîn de zam hatin ser bihayên nan, otobêsên nav bajêr û taksiyên zer ên nav bajêr.
Li gorî zamên dawîn, li Diyarbekirê bihayê nan ji 8 lîreyî bû 10 lîre ku herî dawî di rêbendana îsal de zam hatibû ser nan û ji 7 lîreyî bibû 8 lîre ku 1 lîre hatibû ser; lê vê carê 2 lîre hat ser bihayê nan.
Hat zanîn ku li ser serîlêdana Jûra Nanfiroşên Diyarbekirê, bihayê nan bilind bûye.
Her wiha zam hatibû ser bihayê veguhestina nav bajêr jî û serê kesek bihayê veguhastinê bûbû 10 lîre, bihayê taksiyên zer ên nav bajêr yên veguhastinê jî zêde bûn û bihayê rêya herî kurt jî bû 40 lîre.
Li gorî agahiyên hatine ragihandin zamên hatine ser bihayên nan, otobêsên veguhastinê û taksiyên zer ji îro 3ê Tîrmehê pê de dikevin meriyetê.