Serok Barzanî: PDK bi deng û piştevaniya xelkê hatiye û divê ew bawerî bê parastin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî ragihand, PDK bi deng û bi piştevaniya xelkê hatiye û divê ew bawerî bê parastin û hilbijartin bên kirin.

Di çarçoveya serdana xwe bo devera Badînanê de, Serok Barzanî îro 20ê Tîrmeha 2023an danê sibê serdana bajarê Zaxoyê kir û ligel çîn û pêkhateyên Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê civiya.

Di civînê de, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina bi xelkê Zaxoyê re nîşan da ku careke din derfet çêbû ku ligel xelkê şehîdperwer ê sînorê Zaxo bicive. Her wiha ronahî xiste ser wan sozên ku ji bo cîbicîkirina projeyan û xizmetkirina zêdetir ji xelkê Zaxo re hatine dayîn û ragihand ku ew bi her awayekî piştevaniya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê dikin.

Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîst e giringî bi sektora çandinî û geştiyariyê bê dayîn da ku zemîna geşepêdan û xweşguzariya zêdetir ji xelkê re pêk bê. Got jî: Şîreta ji bo hikûmet û dezgehên peywendîdar ew e ku xizmetkatên xelkê bin.

Serok Barzanî amaje bi rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê jî kir û ji amadebûyan re ragihand, ew hewl didin yekdengî û yekrêzî di navbera aliyan de dirust bibe, bi taybetî li ser hêlên giştî yên niştimanî û pêwîst e ti aliyek ji van hêl û berjewendiyên giştî dernekeve. Got jî: PDK bi deng û piştgirîya gel hatiye û divê ew bawerî bê parastin û hilbijartin bên kirin.

Di derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de, Serok Barzanî kurteyeke dîrokî ji wan pêwendiyan pêşkêş kir û amaje bi wê yekê jî kir ku sedema sereke ya qeyran û nearamiya Iraqê, ji ber piştkirina îmze û rêkeftinan û cîbicînekirina destûrê ye.

Serok Barzanî di dirêjahiya gotara xwe de daxwaz ji welatiyan kir ku hay ji gef û astengiyên li pêşiya gelê Kurdistanê hebin û tekezî li ser pabendbûna bi giyanê nîştimanperwerî û parastina nirx û doza rewa ya gelê Kurdistanê kir.

Di beşa dawî ya civînê de, deriyê pirs, rexne û têbîniyên ji amadebûyan re hate vekirin û Serok Barzanî bersiv û ronîkirinên pêwîst dan amadebûyan.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Zaxoyê de, Serok Barzanî serdana pira Xabûrê ya Zaxoyê jî kir.