Li Wanê 5 qaçaxçiyên penaberan hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên ewlekariyê yên Wanê ragihand, hefteya borî li seranserê Wanê operasyon li dijî qaçaxçiyên penaberan hatiye kirin û 6 kes hatine desteserkirin.
Piştî ku lêpirsîn bi bergumanan re li Rêveberiya Polîsan a Wanê hatine kirin, bo Dadgeha Wanê hatine birin. Dadgeha Wanê jî biryara zindanîkirina pênç ji wan daye û kesek jî bi merca kontrola dadî azad kiriye.
Li gor daxuyaniyên berpirs û sazî û dezgehên hikûmeta Tirkiyê, di nava salekê de nêzikê 500 qaçaxçî li Wanê hatine desteserkirin.
Piraniya penaberên Îranî, Efxanî û Pakîstanî bi qaçaxtî ji ser sînorên Wanê re derbasî nav axa Tirkiyê dibin.