Wezîra Kar û Karûbarên Civakî: Di vê kabîneyê de me şoreş li ser gendeliyên di nav çaksaziyan de kiriye

Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ragehand, di dema kabîneya nehê de, em şiyane “şoreşê li ser gendeliyên di nav çaksaziyan de” bikin. Herwesa wê got, “Pêncyeka wan kesên di nav çaksaziyên me de hatine sizadan, sizayên wan madeyên hişber in û ev bi rastî metirsîdar e”.
Îro roja Yekşemê, 15ê Cotmeha 2023ê, Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kwêstan Mihemed, di dema pişkdarîkirinê di penelekê Konfiransa Berhingarbûna Madeyên Hişber de, li ser kar û çalakiyên wezareta xwe yên di nav çaksaziyan de axivî, wekî çareserkirina fêrbûyî û tûşbûyîyên madeyên hişber, rêgirtina li hatina madeyên hişber bo nav Herêma Kurdistanê û çend pirsekên din.
Wezîra Kar û Karûbarên Civakî got: “Li dû dawî amarên berdest, heta îro, pênc hezar û 283 kes ji aliyê me ve hatine sizadan. Ji vê hejmarê, hezar û 97 kes bi tometa bikaranîn û bazirganîkirina bi madeyên hişber hatine sizadan ku 74 ji wan ji nifşê mê û 23 kesên din jî ji nifşê nêr in. Ji wan jî, 480 bazirgan in û 617 kesên din jî bikarînerên madeyên hişber in”.
Bi gotina Kwêstan Mihemed, “Pêncyeka wan kesên di nav çaksaziyên me de hatine sizadan, sizayên wan madeyên hişber in û ev bi rastî metirsîdar e. Ev amara ku li ber destên me ye, wan kesan vedigire yên ku hatine sizadan anku hatine dadgehkirin û paştir hatine çaksaziyên me. Li Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hejmareke wekî wê heye ku hatine rawestandin û li benda roja dadgehkirina wan in”.
Wê wezîra Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî da, “dîtina me wesa ku ew kesên madeyên hişber bi kar tînin nexweş in ne ku tawanbar in, lê heta niha qanûnan wesa serederî kiriye ku ew wekî tawanbar bên dîtin û serederî bi wan re bê kirin, û paştir ji bo çaksaziyên me bên şandin heta dema sizayên wan temam dibe”.
Li ser çaksaziyên kabîneya nehê di nav çaksaziyan de, Kwêstan Mihemed got, “ew çaksaziyên me di dema vê kabîneyê de li nav çaksaziyan kirine, em dikarin wekî “şoreşekê li ser gendeliyê di nav çaksaziyan de” binav bikin”.