Kompaniya Nestleyê kargeha xwe ya li Israîlê daxist

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya Nestleyê ragehand ku wekî pilaneka xweparastinê bi rengekê demkî yek ji kargehên xwe yên berhemanînê li Israîlê daxistiye. Ev kampaniya yekê ya berheman e ku ji ber aloziyên wî welatî kargeha xwe dadixe.

Piştî serhildana şerî di navbera Israîlê û Bizava Hemasê de, hejmareke kompaniyên cîhanî bi rengekê demkî deriyên kompaniyên xwe li wî welatî daxistine û daxwaz ji karkerên xwe kiriye ku li malê û onlayn karên xwe bikin.

Rêveberê Bicîanînê yê Kompaniya Nestleyê, Mark Schneider, ji rojnamevanan re gotiye: Bala me li ser selametiya hevkar û karkerên me ye. Herwesa wî amaje da wê yekê jî ku çi daxuyanî li ser pêşxistina aborî nînin û pilanên pêdivî danane.

Kompaniyên din ên cuda cuda heta niha li ser aloziyan bêdeng in, tevî ku kompaniyên firotinê û çavdêriya tendirustî û neftê bi lez helwestên xwe li ser wê rewşê eşkere kirine.

Nestle kompaniyeka Swîsrî ya berhemanîna xwarin û vexwarinan e, zêdetirî du hezar berhemên xwe li 191 welatan difiroşe. Ew li sala 1866ê ji aliyê Henry Nestle ve hatiye damezrandin.