Cotkarên Mexmûrê careke din rêya Hewlêr-Mexmûrê girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cotkarên Mexmûrê li hember rêgiriyên xalên hêzên Iraqê kom bûn û rêya sereke ya di navbera Mexmûr û Hewlêrê de girtin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, cotkarên Mexmûrê îro danê sibê bo cara duyem rêya Hewlêr-Mexmûrê girtin, ji ber ku rêbenda artêşa Iraqî rê nade wan ku tov û dermanên çandiniyê derbas bikin.

Nûnerê cotkaran ji K24ê re got: “Piştî ku me hefteya borî rêya Hewlêr-Mexmûr girt, wan soza çareserkirina kêşeyan dabû, lê soza xwe pêk neanîn. Ji ber vê yekê me rê girt û kon vedan, heta pirsgirêka me çareser dikin.”

Da zanîn jî: “Niha werzê çandina ceh û genim e, her çend e nameyeke me ya fermî heye ku semadê kîmyayî bînin Mexmûrê, lê artêşa Iraqê rê nade ku em derbas bikin û daxwaza pereyan dikin.”

Pêştir Qaymeqamê Mexmûrê Razgar Mihemed ji K24ê re ragihandibû, wan ev mijar gihandiye dezgehên pêwendîdar û soza çareserkirina kêşeyan dane. Lê cotkar dibêjin, ew soza xwe bicih nayînin.

Ev ne cara yekem e ku hêzên Îraqî astengiyan ji cotkarên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê re çêdikin, di çend salên borî de, gelek caran bûyerên bi vî rengî derketine.

Qezaya Mexmûrê 40 k.m dikeve başûrê rojavayê Hewlêrê lê ji aliyê îdarî ve bi ser parêzgeha Neynewayê ve hatiye xistin. Mexmûr ji 3 nahiyan (Qerec, Dîbeke û Giwêr) û 319 gundan pêk tê.

Qezaya Mexmûrê, devereke deştî û bi axa xwe ya bi pît navdar e, lê projeyên avdanê yên ku derfetê ji bo pêşxistina çandiniya dide lê kêm in.