HEDEP dixwaze Tirkiyeyê di sedsala wê ya duyê de bike komareke demokratîk
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî borîna sed salan bi ser damezrandina Komara Tirkiyeyê ve, HEDEPê daxuyaniyek parve kir û ragehand ku ew dixwazin Komara Tirkiyeyê di sedsala wê ya duyê de bikin komareke demokratîk.
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan HEDEPê, Tulay Hatımoğulları û Tuncer Bakırhan, bi helkefta sedsaliya Komara Tirkiyeyê daxuyaniyek parve kir. Wan di wê daxuyaniyê de eşkere kiriye ku dixwazin, di sedsala duyê ya komara Tirkiyeyê de, komareke demokratîk ava bikin, ji bo ku hem pirsa Kurdan were çareserkirin, hem jî Rojhilata Navîn di nav aramî û aştiyê de bijî.
Hevserokên HEDEPê di wê daxuyaniyê de ragehand, Komara Tirkiyeyê di sedsala xwe ya borî de ji hîm û pîvanên demokratîk dûr bû. Ji ber wê jî, ewqas zulm û zordarî li gelan, bi taybet li gelê Kurd, hatiye kirin.
Herwesa ew dixwazin, ji bo ku bûyerên borî dubare nebin û pirsa Kurdan jî bi yekcarî bê çareserkirin, divê Komara Tirkiyeyê bibe komareke demokratîk û bi vê yekê, Rojhlata Navîn jî di nav aramî û aştiyê de bijî.
Partiya Çep a Kesk di kongreya xwe de, ku berî du hefteyan li Enqereyê hatibû lidarxistin, navê partiya xwe guhert û kir Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (HEDEP). Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari jî bûn hevserokên wê.
Pêştir jî hevserokê nû yê HEDEPê Tuncer Bakirhan ragehandibû gotibû: Pirsa Kurdan bi rê û rêbzên nehênî çareser nabe. Pêvajoya çareseriyê pêvajoyek rast bû.
Berî sed salan, li roja 29ê Cotmeha 1923ê, Komara Tirkiyeyê ji aliyê Mustefa Kemal Ataturk ve hat ragehand.
Piştî 100 salan ji damezirandina Komara Tirkiyeyê, Kurdên ku di pêvajoya damezirandina Tirkiyeyê de roleke bibandor lîstine, hîn jî negihiştine mafên xwe yên rewa.
Di van sed salan de, gelê Kurd gelek şoreş kirine ji bo ku mafên xwe bistîne lê hêşta ji mafên xwe yên biçûk jî bêbar maye. Ji bilî şoreş û bizavên çekdarî, gelê Kurd bi rêya siyasetê jî bizav kiriye ku mafên xwe bistîne lê dîsa jî bêbar maye.