Mesrûr Barzanî: Ez jinên Kurdistanê piştrast dikim ku dê herdem piştevanê mafên wan ên rewa bim

Ez jinên Kurdistanê piştrast dikim ku dê herdem piştevanê mafên wan ên rewa bim

SerokêSerokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî
SerokêSerokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî

Navneda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir bihêzkirin û pêşxistina rol û pêgeha jinan li nav hikûmetê kar dike”. Amajeyê dide wê yekê jî, “Ez jinên Kurdistanê piştrast dikim ku ez dê herdem piştevanê mafên wan ên rewa bim”.

Îro roja Sêşemê, 31ê Cotmeha 2023ê, bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad talebanî, merasîmeke taybet ji bo derkeftina biryara 1325ê ya Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî ya taybet bi jin, aştî û ewlehiyê ve li Hewlêrê hat kirin, ku ji aliyê Civata Bilind a Xaniman û Geşepêdan û Desteya Wekheviya Regezî û Karînên Jinan a bi ser Neteweyên Yekgirtî ve (UN Women) hatibû rêkxistin.

Di wê merasîkê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û tê de tekez kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir bihêzkirin û pêşxistina rol û pêgeha jinan li nav hikûmetê û nehêlana hemî rengên perawêzkirina rola jinan di biryara siyasî û hukmdarî e û berhingarbûna binpêkirina mafên jinan û rûbirûbûna tundûtîjiyê kar dike, herwesa ji bo zêdetir pêşxistina çanda wekheviya navbera jin û mêran jî kar dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: Ev biryar yek ji biryarên giring û dîrokî yên Civata Ewlehiyê ye ku bandoreke berçav li ser giringîdana bi pirsa jinan bi rengekî giştî hebûye, taybet jî li wan welat û deverên şer û neseqamgîrî tê de hene û jin jî qurbaniyên serekî yên şeran in.

Mesrûr Barzanî behsa wê yekê jî kir, “zêdebarî wan hemî astengên darayî yên ku ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê tên çêkirin, me bizav kiriye li dû şiyanên xwe budceyê ji bo bicihanîna vê biryarê terxan bikin û em dê berdewam jî bin. Her tiştekê pêdivî jî be ji bo berdewamîdana bi bicihanîna naveroka vê biryarê, em dê bikin”.

Herwesa Serokwezîrî got: Bi vê helkeftê, em tekezê li ser giringî û pêdivîtiya bicihanîna lihevkirina Şingalê dikin ji bo ku rewşa neasayî û neseqamgîrî ya devera Şingalê bidawî bê û komên çekdar ên neqanûnî ji wê deverê derbikevin, ji bo ku awareyên wê deverê vegerin ser cih û warên xwe.

Mesrûr Barzanî di pareke din a gotara xwe de got: Em li Herêma Kurdistanê wekî kiyanekî federalî di çarçoveya Îraqê de li ser bicihanîna biryara 1325ê pabend in. Di vê çarçoveyê de jî, ya ku li ser me pêdivî ye em dê ji bo bicihanîna wê kar bikin, lê bicihanîna vê biryarê berpirsyarîtiyeke hevpar e û pêdivî hevkarî û hevahengî û yekkirina bizavên hemî aliyên me ye.

Fly Erbil Advertisment