Droneka bombekirî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat êxistin

Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê
Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê ragehand, droneka bombekirî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatiye êxistin.

Li gor zanyarên Dijeterora Kurdistanê, îro (Sêşem, 2ê Çileya 2024ê) seet 9:52, droneka bombekirî hat pûçkirin û êxistin, ku ji aliyê milîşyayên neqanûnî yên Îraqê ve arasteyî bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatibû kirin.