Li Diyarbekirê ji ber buhabûna dermanan, welatî berê xwe didin vexwarina giyayan

Navenda Nûçeyan (K24) – Her ku serma û seqemên zivistanê zêde dibin, êş û şewbên ji ber sermaye jî di nav xelkê de balav dibin. Li Diyarbekirê jî hem ji ber kêmasî û buhabûna dermanan, hem ji ber kêmbûna hêza kirînê, welatî berê xwe didin nebatfiroşan. Welatî, şîfayê di xwezayê de dibînin û nebatfiroş jî hişyar dikin ku tu derman bê pirsîn û zanebûn neyên bikaranîn.

Demsalên payîz û zivistanê, ji ber guherîna yekcarî ya hewayê, dibe sedema zekem û şewbên ku ji sermagirtinê peyda dibin. Ji ber vê jî welatiyên Diyarbekirê berê xwe ji nexweşxaneyan zêdetir didin nebatfiroşan û li gorî êş û êşîkên xwe nebatên şîfayî dikirin. Nebatfiroşên ku şîfayê belav dikin, ji bo sermayê van dermanan pêşniyaz dikin:

Nebatfiroş Firat Çakil ji K24ê re got: “Em nebatên ji bo kuxik û sermayê difiroşin. Hinek derman hene, li dermanfiroşan peyda nabin. Xelk jî tê, beranberê wan dermanan nebatan dikirin. Bi taybetî darçîn, exlemûr û zencefîl, ji bo sermayê baş in. Em hinek nebatan tevlihev dikin û em wan difiroşin. Hinek nebat hene, dema ku zêde werin bikaranîn, zerarê didin. Ew jî 2-3 cure ne jixwe xelk wan zêde nakire.”

Çayên zivistanê, ji aliyê nebatfiroşan ve li gorî sermagirtinê amadekirî ne û di nav van çayan de nêzîkî 20 cure nebatên xwezayî hene. Welatiyên ku ji ber bêderfetiya aborî û kêmasiya dermanên pizîşkî berê xwe didin van nebatfiroşan, şîfayê di cureyên nebatan de dibînin.

Welatî Tayfûr Bîrtane dibêje: “Em çûn dermanfiroşan, antîbiyotik û şirûb dan me. Milyarek pereyê min çû lê me tu fêdeyekê jî ji wan dermanan nedît. Berovajî, zarokê min pê navêşî bû. Em hatin me van dermanên Kurmancî kirîn, gelek li me hatin. Me dev ji vexwarina çayê berdaye. Em çaya nane û lîmonan vedixwin. Em exlemûr û zencefîlê jî vedixwin. Em hatin, me şîfa li vê derê dît.”

Welatî Mahmût Erman dibêje: “Dema exlemûr be, jê re zanîneke zêde navê lewra hemû cîhan exlemûrê nas dike. Lê em bi gelemperî ji bo nebatên din diçin nebatfiroşan. Em diçin cem ên pispor ku ji pirtûkan lêkolîna nebatan dikin. Em nexweşîna xwe ji wan re dibêjin û li gorî pêşniyazên wan dermanên xwe dikirin.”

Welatiyên ku dixwazin laşên wan li hember êşên sermayê parastî bimînin, berê xwe didin xwezayê. Nebatên ku ji çiya û deviyên herêmê tên berhevkirin, dema bi zanebûn werin bikaranîn, ji bo gelek êşan şîfayê belav dikin.