Hîwa Geylanî: Paşxistina hilbijartinan xiyanetek li gelê Kurdistanê û pêkhateyan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêje, paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê xiyanetek li gelê Kurdistanê û pêkhateyan e.
Berdevkê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Dr. Îmad Cemîl duhî ji K24ê re ragihandibû, ji ber paşxistina biryara Dadgeha Federal a li ser kursiyên pêkhateyan heta 21’ê vê mehê, Komîsyon nikare hilbijartinên parlementoyê di 25ê Sibata 2024an de pêk bîne.
Di vê derbarê de Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Hîwa Geylanî ji K24ê re ragihand: “PDK ji destpêkê ve li gel wê yekê bû ku hilbijartin di dema xwe de bên lidarxistin. Komîsyon berpirsê birêvebirin, çavdêrî û amadekariya hilbijartinan e, lê ji ber ku pirsgirêka giliyên li Dadgeha Federalî nehatine çareserkirin, astengî pêş hilbijartinan tên derxistin.”
Derbarê biryara paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û biryarên Dadgeha Federalî de jî, Hiwa Geylanî red kir ku karê Dadgeha Federalî ye ku bi biryarekê rê li ber hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bigire.
Herwiha got: “Madeya 93 ya destûra Iraqê taybetmendî û erkên Dadgeha Federalî diyar kiriye, ew jî li ser biryar û yasayên ku li dijî pirensîpên destûra Iraqê ne. Divê dadgehê rê daba hilbijartinên Parlametoya Kurdistanê bê kirin.”
Hîwa Geylanî daxwaz kir, “Dadgeha Federalî êdî giliyan paşde nexe, eger dadgehê 27ê vî mehê de gilî yekalî bike, Partiya Demokrat a Kurdistanê li gel wê yekê ye ku di demek nêzîk de hilbijartin bên kirin.”
Got jî: “Paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê xiyanetek li gelê Kurdistanê û pêkhateyan e. Em wek PDKê li gel wê yekê ne ku pêkhate bi xwe biryara çarenivîsa xwe bidin.”
Roja 3ê Tebaxa 2023an, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihandibû, Serokê Herêma Kurdistanê roja 25ê Sibata 2024an wek roja encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kiriye û hemû alî raspartine ji bo encamdana rêkarên pêwîst.