Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî behiya dayika Zagros Fetah Axa dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî behiya dayika Zagros Fetah Axa dibe û hevxemiya xwe ji bo malbat û kesûkarên wê diyar dike.

Îro (Pêncşem, 4ê Çileya 2024ê) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana mala Endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê Zagros Fetah Axa kir, bi merema serexweşiyê ji bo koça dawiyê ya dayika wî Tela Qadir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşî lê kir û hevxwemiya xwe gehand malbat û kesûkarên Xudêjêraziyê.