Feysel Yûsif: Em dibînin ku çareserî ew e aramiyek li seranserî Sûriyeyê çê bibe

Feysel Yûsif
Feysel Yûsif

Navenda Nûçeyan (K24) – ENKS û Itîlafa Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyeyê civînek kir, di vî warî de Berdevkê Civata Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê radigehîne ku li beranberî binpêkirinên di derheqa gelê Kurd de tên kirin rawestiyaye.

Berdevkê Civata Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê Feysel Yûsif îro (Pêncşem, 4ê Çileya 2024ê) bû mêvanê K24ê û bersiva çend pirsyarên Cemal Batun da. Li destpêkê sala nû li karmendên K24ê pîroz kir bi navê Civata Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê spasiyeka taybet pêşkêşî K24ê kir ku çavdêriya gelê Kurd dike.

Feysel Yûsif ragehand, “Her binpêkirineka di derheqa miletê me de li Efrînê, Serê Kaniyê yan her dereka din tê kirin, em herdem bizavê dikin li bernaberî wan bisekinin û çareseriyan ji wan binpêkirinan re bibînin”.

Herwesa got, “Di vî warî de em endamên Itîlafa Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyeyê ne, ji sala 2013ê ve heta niha û em berdewam li dijî binpêkirinan radiwestin”.

Amaje da, “Taybet piştî meseleya Efrîn û Serê Kaniyê, em her car di civînên navbera xwe û Itîlafa Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyeyê de li beranberî binpêkirinan radiwestin û em daxwaza cizakirinê dikin”.

Berdevkê Civata Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê tekez jî kir, “Em bizavê dikin wan kesan şermezar bikin û bigehînin sizayên wan ên ku wan binpêkirinan dikin”.

Herwesa got, “Di civîna me ya dawiyê de jî ku li dawiya sala 2023ê çê bû, me bal kişand ser wê yekê û me xwast ku ew civîn berdewam bin. Herwesa bi qasî wê em wekî desteya serokatiyê jî her meh civînan bi hev re bikin”.

Feysel Yûsif eşkere kir, “Em wekî endam dengê xwe digehînin Itîlafê, herwesa em dengê xwe digehînin aliyên navdewletî jî, çi Amerîkayî, Ewropayî, Rûsyayî an jî Tirkî bin”.

Li ser meseleya çareseriyê jî tekez kir, “Em dibînin ku çareserî ew e ku bi biryarên navdewletî aramiyek li seranserî Sûriyeyê çê bibe”.

Li dawiyê jî got, “Em li sernaserê Sûriyeyê bi çareseriyê re ne, taybet ji bo wan binpêkirinên li deverên me çê dibin, û ev erkê me ye û em xwe li bernaberî miletê Kurd berpirs dibînin”.