Mesrûr Barzanî pêşwaziya Nûnera Taybet a Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî dike

Mesrûr Barzanî û Virginia Gamba
Mesrûr Barzanî û Virginia Gamba

Navenda Nûçeyan (K24) – Di civîna xwe ya li gel Nûnera Taybet a Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Karûbarên Zarokan û Hevrikiyên Çekdarî de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadehiyeka temam ji bo arîkarî û hevahengî û bicihanîna pirojeyên hevpar ên girêdayî mafên zarokan bi Neteweyên Yekgirtî re diyar kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 11ê Çileya 2024ê) pêşwaziya Nûnera Taybet a Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Karûbarên Zarokan û Hevrikiyên Çekdarî Virginia Gamba kir.

Di wê civînê de, Nûnera Taybet a Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kurtiyek li ser kar û çalakiyên wan û armanca serdana wan ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê pêşkêş kir. Herwesa pesna bizav û rêkar û pilanên Hikûkmeta Herêma Kurdistanê jî di warê parastina mafên zarokan de kir.

Nûnera Taybet a Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî herwesa dilxweşiya xwe jî diyar kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî fehimandineka baş ji bo giringiya parastina mafên zarokan û erk û armancên Neteweyên Yekgirtî ên girêdayî vî warî heye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi temamî ji bo arîkarî û hevahengî û bicihanîna pirojeyên hevpar ên girêdayî mafên zarokan bi Neteweyên Yekgirtî re diyar kir.