Dem Partî ji bo diyarkirina namzedên şaredariyan dest bi pêşhilbijartinan kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Dem Pariyê ji bo diyarkirina namzedên xwe yên hilbijartinên şaredariyan yên di 31’ê Adarê de, dest bi pêşhilbijartinan kir.
Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (Dem Partî) duhî li Wan, Mêrdîn, Şirnex, Sêrt, Êlih û Rihayê li 11 parêzgeh û navçeyan sindoq danîn û dest bi pêşhilbijartinan kir.
Li hin navçeyan ji ber barîna berfê hilbijartin hat paşxistin. Biryar e îro jî li Diyarbekir û çend bajarên din hilbijartin bên kirin.
DEM Partiyê pêştir ragihandibû, ewê bi dengê endam û alîgirên xwe namzedên xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan destnîşan bikin.