Namzedên DEM-Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê diyar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Namzedên Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM-Partî) yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê diyar bûn.
DEM-Partiyê li 46 bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê namzedên xwe yên şaredariyan bi pêşhilbijartinekê destnîşan dike û gera yekem a pêşhilbijartinan dawî bû.
Li gelek navçeyan destnîşankirina namzedan, di gera yekem de yekalî nebûn û ji gera duyem a pêşhilbijartinan re ma.
Li bajarê Wanê jî namzedên DEM-Partiyê di gera duyem da diyar bûn û Parlamenterê berê yê HDPyê Abdullah Zeydan û Çalakvana Tevgera Jinên Azad Neslîxan Şedal, bûn namzedên DEM Partiyê bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê.
Bo Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Mêrdînê pêvajoyê pêşhilbijartinê di nava endam û alîgirên DEM Partiyê berdewam dibe.
DEM Partiyê pêştir ragihandibû, ewê bi dengê endam û alîgirên xwe namzedên xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan destnîşan bikin.