Li Çemçemalê destûrî bi xwenîşandana li dijî êrîşa Îranê nayê dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Navenda Bala ya Çemçemalê ya Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê ragehand, qayimqamiya Çemçemalê heta niha bersiva daxwaza me ji bo xwenîşandana li dijî êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê nedaye.
Endamê Serkirdetiya Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê û Berpirsê Navenda Bala ya Çemçemalê ya wê rêkxistinê ji K24ê re ragehand, “Me daxwaza destûriya xwenîşandanê û kombûna nerazîbûnê ji qayimqamiya Çemçemalê kiribû ji bo şermezarkirina êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê ku îro seet 10:30 bê kirin, lê heta niha bersiva me nehatiye dan. Me serdana qayimqamiyê jî kiriye lê wan çi bersiv nedane me”.
Herwesa got, “Rênedan bi xwenîşandaneka medenî ji bo şermezarkirina tawaneka mezin, ku di derheqa gelê Kurdistanê de hatiye kirin, karekê xirab e û divê îdareya Çemçemalê bi xwe piştevaniya me kiriba”.
Duşema borî, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.
Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.
Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.