Diktor Neşwan Neşet ji K24ê re: Rewşa her du xizmetkarên birîndar ên mala Şehîd Pêşrew Dizeyî baş e
Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê di derheqa rewşa birîndarên êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê de amajeyê dide, “Her du xizmetkarên birîndar ên mala Şehîd Pêşrew Dizeyî pêdivî çareseriyê ne û niha neştergerî jê re hatine kirin”. Pizişkê taybet ê neştergeriyê jî dibêje, “Rewşa wan her duyan baş e”.
Peyamnêrê K24ê Rênas Elî li Hewlêrê got, “Her du xizmetkarên birîndar ên mala Şehîd Pêşrew Dizeyî, ku ji ber êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê birîndar bûne, heta niha li nexweşxaneyê li jêr çavdêriya tendirustiyê ne û hemî tiştên pêdivî jê re hatine kirin”.
Pizişkê Taybet ê Neştergeriyan Diktor Neşwan Neşet jî ragehand, “Li destpêka wê rûdanê ew her du xizmetkarên birîndar ên mala Şehîd Pêşrew Dizeyî ji bo nexweşxaneya Rojava hatin veguhastin û li wê derê çareseriyên destpêkî jê re hatin kirin, doh jî neştergerî ji wan her duyan re hat kirin û spas ji Xudê re niha rewşa wan baş e û tiştên pêdivî jê re hatine kirin”.
Wî pizişkî herwesa ragehand, “Zirarên fîzîkî û derûnî gehiştine wan her du xizmetkarên birîndar, îmkan heye çareseriyeka bilez ji zirarên fîzîkî re bê kirin, lê çareseriya zirarên derûnî pêdivîtî bi demê heye”.
Ev di demekê de ye ku roja Duşemê, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.
Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.
Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.