Serokwezîrê Holandayê: Me peywendiyeka gelek bihêz bi Mesrûr Barzanî re heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Holandayê ji K24ê re dibêje ku, peywendiya wan bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re gelek bihêz e û hevdîtina wan li Davosê gelek dostane bû.
Îro (Pêncşem, 1.2.2024) berî destpêkirina Civîna Kopîtka Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê li Brûksela paytecta Belcîkayê, Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte di konfiranseka rojnamevanî de û di bersiva pirsyareka peyamnêrê K24ê Barzan Hesen de ragehand ku, welatê wî peywendiyeka dualî ya gelek bihêz bi Herêma Kurdistanê re heye.
Serokwezîrê Holandayê di pareka dî ya gotinên xwe de amaje da wê yekê jî ku, peywendiyeka gelek bihêz bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re heye. Herwesa got, “Me bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re danûstandineka hevalînî li Davosê hebû”.
Mark Rutte her dîsa got, “Em li ser rewşa deverê bi rengekê giştî û ya Îraqê bi rengekê taybetî gelek nîgeran in. Em daxwaza kêmkirina aloziyan dikin, ji bo ku şerê Rojhilata Navîn berfirehtir nebe”.