Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê ligel Wezîrê Herêmê yê Karûbarên Pêkhateyan civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan pêşwazî li Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û şanda pê re kir, ku ji Supasalarê Tirkiyeyê Metin Gurak û Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê Elî Reza Guney û hejmarek berpirsên siyasî û leşkerî yên Tirkiyeyê pêk hatibû.
Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê duhê 6ê Sibatê ragihandibû, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yeşar Guler û Serokerkanê Tirkiyeyê Matîn Gurak bi serdanekê gihîştin Hewlêrê.
Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û şanda pê re îro jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya dosyeya hevkarî û hevahengiya hevpar di hevdîtinan de hatin gotûbêjkirin.
Wezîrê Berevaniyê û Serokerkanê Tirkiyeyê beriya ku serdana Hewlêrê bikin, serdana Bexdayê kiribûn û bi Serokomar û Serokwezîrê Iraqê re civiyabûn.
Ajansa fermî ya Tirkiyeyê ragihandibû, Wezîrê Berevaniyê Yeşar Guler; Serokerkan Matîn Gurak û şandeya pê re bi serdaneke fermî gihîştin Bexdayê.
Malpera fermî ya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê jî li ser tora civakî “X” ragihand, ev serdan bi mebesta hevdîtin û gotûbêjkirina pêwendiyên dualî û mijarên ku hevahengiya herdu aliyan li ser wan hene ye.
