Mensûr Barzanî: Hemî lêqewimiyên lehiyan di demeke kurt de tên qerebûkirin

Mensûr Barzanî
Mensûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandeyê Leşkeriyên Yek û Gulanê û Nûnerê Serok Barzanî radigehîne, “Hemî kes û malbatên ku ji ber lehiyan zirar dîtine tên qerebûkirin”.

Fermandeyê Leşkeriyên Yek û Gulanê û Nûnerê Serok Barzanî Mensûr Barzanî îro (Pêncşem, 21.03.2024) di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Her tiştekî pêdivî, em dê ji xelkê xwe re bikin û em dê hemî pêdivîtiyên wan dabîn bikin”.

Nûnerê Serok Barzanî got, “Hemî kes û malbatên ku ji ber lehiyan zirar dîtine dê bên qerebûkirin”.

Mensûr Barzanî herwesa got, “Em sozê didin ku em dê di demeke kêm de hemî lêqewimiyan qerebû bikin”.

Serê sibeha roja Sêşemê, 19.03.2024, pêleke baranê ya dijwar parêzgehên Herêma Kurdistanê vegirtin ku bandora wê zêdetir li ser parêzgeha Dihokê bû. Ji ber wê baranê, li çend taxên wî bajarî lehî çê bû û çend mal têk dan, bi dehan erebe birin û hejmareke rêyan jî girt.

Berdevkê Birêveberiya Giştî ya Bergiriya Şaristanî ya Parêzgeha Dihokê Bêwar Ebdulezîz jî ji K24ê re ragehand, “Ji ber wê lehiyê, sê kes xendiqîne û termên du ji wan hêşta nehatine dîtin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her zû peywendî bi Parêzgerê Dihokê Elî Teter kir û daxwaz jê kir, “Her tiştekî pêdivî ji bo parastina welatiyan bi zûtirîn dem bikin”.