Newzad Ebdula: Hikûmet û xelk li Herêma Kurdistanê temamkerên hev in
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Liqa Yekê ya PDKyê li Dihokê spasiya tevaya dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê Dihok û Zaxoyê dike, ku alîkariya tîmên bajarvaniyê kiriye. Herwesa dibêje, “Hikûmet û xelk li Herêma Kurdistanê temamkerên hev in”.
Berpirsa Liqa Yekê ya PDKyê li Dihokê Newzad Ebdula îro (Înî, 22.03.2024) di konfiranseke rojnamevanî de spasiya tevaya dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê Dihok û Zaxoyê kir, ku alîkariya tîmên bajarvaniyê kiriye û di hawara wan mal û cihan çûne yên ku di çend rojên borî de keftine ber lehiyê û zirar dîtine.
Berpirsa Liqa Yekê ya PDKyê amaje jî da, “Xelkê Kurdistanê bi awayekî giştî dilsoziya xwe ji bo lêqewimî û zirardîtiyên Dihok û Zaxoyê diyar kir û bi awayên cuda cuda alîkariya wan kir”.
Newzad Ebdula got, “Li welatên pêşkeftî, welatî di dema hebûna her rewşeke nexwastî de bi awayekî giştî alîkariya dezgehên hikûmetê dikin”. Herwesa got, “Hikûmet û xelk li Herêma Kurdistanê temamkerên hev in”.
Navbirî rolê dezgehên ragehandinê jî bilind nirxand ku berdewam li cihên cuda cuda nûçeyên bandora nerênî ya lehiyê veguhastin û mil bi milê bajarvaniyê û aliyên peywendîdar erkê xwe bi cih anî.
Serê sibeha roja Sêşemê, 19.03.2024, pêleke baranê ya dijwar parêzgehên Herêma Kurdistanê vegirtin, ku bandora wê zêdetir li ser parêzgeha Dihokê bû. Ji ber wê baranê, li çend taxên wî bajarî lehî çê bû û çend mal û dezgehên hikûmetê têk dan, bi dehan erebe birin û hejmareke rêyan jî girt.
Fermandeyê Leşkeriyên Yek û Gulanê û Nûnerê Serok Barzanî Mensûr Barzanî duhî (Pêncşem, 21.03.2024) di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Her tiştekî pêdivî em dê ji xelkê xwe re bikin û em dê hemî pêdivîtiyên wan dabîn bikin”.
Nûnerê Serok Barzanî got, “Hemî kes û malbatên ku ji ber lehiyan zirar dîtine dê bên qerebûkirin”.
Mensûr Barzanî herwesa got, “Em sozê didin ku em dê di demeke kêm de hemî lêqewimiyan qerebû bikin”.
Her duhî (Pêncşem, 21.03.2024) di konfiranseke rojnamevanî de, bi amadebûna Nûnerê Serok Barzanî Mensûr Barzanî û Nûnerê Hikûmetê û Serokê Herêma Kurdistanê Parêzgerê Dihokê Elî Teter ragehand, “Bi biryara Serok Mesûd Barzanî, 117 apartman ji bo lêqewimiyên lehiya Dihokê hatin terxankirin”.
Parêzgerê Dihokê got, “Van çend rojan Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berdewam bi peywendiyên tilefonî bi me re bûn, ji bo ku em bi zûtirîn dem alîkariya lêqewimiyên lehiya Dihokê bikin û her tiştekî pêdivî be em ji wan re bikin”.