Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behînameyekê belav dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber koça dawiyê ya kesatî û sermayedarê navdar ê Helebceyê, Xudêjêrazî Hacî Mehmûd Bamokî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behînameyekê belav dike.
Ji ber koça dawiyê ya kesatî û sermayedarê navdar ê Helebceyê, Xudêjêrazî Hacî Mehmûd Bamokî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Înî, 22.03.2024) behînameyek belav kir.
Ev jî deqê behînameya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye:
Ez serexweşiyê li binemala rêzdar kesatiyê navdar, Xudêjêrazî Hacî Mihemed Bamokî dikim û ez hevparê xema wan im.
Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê bide binemal û kesûkarên Xudêjêrazî.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê