Murat Kurum: Hêvî dikim emê şahiyeke mezin ya demokrasiyê birêve bibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Namzetê AK Partî bo serokatiya şaredariya Stenbolê Murat Kurum dibêje: “Îro bo siberoja Stenbolê, siberoja zarokên xwe emê biryareke girîng bidin.”

Namzetê AK Partî bo serokatiya şaredariya Stenbolê Murat Kurum, li Stenbolê dengê xwe da. Kurum da xuyakirin, sê meh in ew xewn û xeyal û projeyên xwe bi Stenboliyan re parve kirine û hêvî dike hilbijartin bi serkeftina wan encam bibe.

Kurum got: “Hêvî dikim emê şahiyeke mezin ya demokrasiyê birêve bibin. Îro bo siberoja Stenbolê, siberoja zarokên xwe emê biryareke girîng bidin. Bang li welatiyan dikim, dengê xwe bidin û xwedî li dengên xwe derkevin. Sê meh in em benda vê rojê bûn. Hêvîdar im, encamên hilbijartinê xêr xweşîyê bînin.”

Welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Tirkiyê îro Yekşemê (31.03.2024) nûnerên xwe ji bo şaredariyan hildibijêrin. 34 partiyên siyasî dikivin hilbijartinan û li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û ji bo ewlehiya hilbijaritnê, 594 hezar hêzên asayîşê, leşker û cerdevan hatine erkdarkirin.

Di vê hilbijartinê de, 30 şaredariyên bajarên mezin, 51 şaredariyên bajaran, 922 şaredariyên bajarokan, 394 şaredariyên şaredeyan (nahiyan) û Herwiha 50,516 muxtarên gund û taxan jî tên hilbijartin