Mustafa Ozçelîk: Divê gelê me bi rêyên sivîl û demokratîk nerazîbûnên xwe nîşan bidin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk di daxuyaniyekê de ragihand, “Divê em li himberî neheqîya ku li Abdûllah Zeydan û li gelê Wanê hatîye kirin derkevin, lê xwe ji şîdetê jî dûr bixin.”
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk di duxuyaniya xwe de tekezî li ser wê yekê kir: “Divê Demildest ev biryara antî-demokratîk, neqanûnî ku îradeya gelê Wanê binpê dike, bê rawestandin û Lijneya Hilbijartinê ya Wanê mazbatê bide Abdûllah Zeydanî.
Daxuyaniya Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk wiha ye:
Divê em li himberî neheqîya ku li Abdûllah Zeydan û li gelê Wanê hatîye kirin derkevin, lê xwe ji şîdetê jî dûr bixin!”
Lijneya Hilbijartinê ya Wanê di destpêkê de ji bo namzedîya DEM Partîyê ya serokatîya Şaredarîya Wanê serîlêdana Abdûllah Zeydanî qebûl kirîye û Abdûllah Zeydanî jî li gorî vê qebûlkirinê bûye berbijêr. Lê nuha Lijneya Hilbijartinê ya Wanê biryara xwe ya ewil tune dihesibîne û dibêje ‘’Abdullah Zeydan nikare bibe berbijêr’’. Ev biryara Lijneya Hilbijartinê ya Wanê biryareke nehiqûqî ye, keyfî ye, antî-demokratîk e û nîşana binpêkirina îradeya gelê Wanê ye. Em vê biryarê qebûl nakin û protesto dikin.
Ez bangî gelê me, bangî hemû rêvebir û endamên DEM Partîyê dikim da ku, li hemberî neheqîya ku li Abdûllah Zeydan û li gelê Wanê hatîye kirin, li hemberî vê biryara antî-demokratîk, em xwe ji şîdetê dûr bixin. Em bi rêyên meşrû, sivîl û demokratîk, nerazîbûna xwe nîşan bidin. Jixwe hinek odaxên tarî dixwazin rewşê aloz bikin û gelê me bînin provoskayonan. Divê hemû hêzên sîyasî û gelê me di wî warî de pir hîşyar bin.
Ez bangî hemû hêzên ewlekarîyê yên Dewleta Tirkîyeyê jî dikim da ku rêzê li bertekên demokratîk, meşrû yên gelê me bigrin û xwe ji şîdetê dûr bixin.
Divê demildest ev biryara antî-demokratîk, neqanûnî ku îradeya gelê Wanê binpê dike, bê rawestandin û Lijneya Hilbijartinê ya Wanê mazbatê bide Abdûllah Zeydanî.
03.04.2024
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)