Piştîwan Sadiq: Bawerî vegeriya navbera Hewlêr û Bexdayê
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Welatiyên Herêma Kurdistanê bi lihevkirina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê dilxweş in, ku ji ber wê seqamgirî ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê vegeriya”.
Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq îro (Duşem, 08ê Nîsana 2024ê) di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Welatiyên Herêma Kurdistanê bi lihevkirina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr barzanî û Hikûmeta Îraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî dilxweş in, ku ji ber wê seqamgirî ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê vegeriya”.
Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî herwesa got, “Bawerî vegeriya navbera Hewlêr û Bexdayê û bi wê rêyê îmkan heye ku arêşeyên din jî bên çarekirin”.
Piştîwan Sadiq amaje jî da, “Ew lihevkirina navbera hewlêr û Bexdayê dibe sedema bicihanîna bendên destûrê Îraqê û lihevkirinên din ên navbera her du aliyan”.
Navbirî tekez jî kir, “Ezmûnan em haydarkirin ku çarenekirina arêşeyan dilnerehetiyê di nav welatiyan de peyda dike”.
Wezîrê Ewqafê behs jî kir, “Fermanberên Herêma Kurdistanê mafê jiyanê heye, me bawerî bi bicihanîna destûrî ji bo çarekirina arêşeyan heye”.
Piştîwan Sadiq herwesa ragehand, “Biryarên Dadgeha Federalî me nagehînin çi encamên durist”.
Navbirî eşkere jî kir, “Em gelek dilxweş in ku rewş û jiyara welatiyan piştî parvekirina mûçeyan ber bi başiyê ve çûye”.
Piştî bizavên berdewam û peywendiyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Îraqê re, li dawiyê armanc bi cih hat û Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 03ê Nîsana 2024ê ragehand, “Parvekirina mûçeyên meha Sibatê di van her du rojan de bidawî tê û em dê bizavê bikin ku berî cejnê dest bi parvekirina mûçeyên meha Adarê jî bikin”.
lihevnêzîkbûna vê carê ya Hewlêr û Bexdayê ji bo lihevkirina li ser pirsa mûçeyan taybet piştî biryarên Dadgeha Federalî, piştî serdana berhemdar a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Waşintonê li roja 24ê Sibata 2024ê û civînên wî yên bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê û berpirsên bilind ên Koçka Spî û Kongirêsê û Wezareta Bergiriyê û Wezareta Gencîneyê hat, ku di hemî westgehên wan civînan de tekez li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û pêkhatan û arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin, yek ji wan jî dabînkirina mafên darayî û rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê bû.