Erdogan: Emê bi berpirsên Iraqê re mijara hinardekirina petrolê gotûbêj bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan da xuyakirin, piştî serdana Bexdayê, eger heye serdana Hewlêrê bike û bi berpirsên Herêma Kurdistanê re bicivin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, piştî civînê ya îro bi kabîneyê xwe re bi hejmarek rojnamevanan re axivî.
Erdogan got, aliyê Iraqê giringiyeke mezin dide serdana wî û bi serdanê, dê pêwendiyên di navbera Tirkiye û Iraqê de bigihînin asteke nû.
Serokomarê Tirkiyeyê da xuyakirin, li pêş wan hejmarek rêkeftin heye ku di serdanê de îmze bikin.
Erdogan da zanîn, mijareke sereke ya rojevê pirsa avê ye ku hin daxwazên Iraqê hene ku li ser kar bikin û çareser bikin.
Erdogan her wiha got, li aliyê din pirsa hinardekirina gaz û petrolê heye ku li ser vê jî dê gotûbêj bikin.
Erdogan da xuyakirin, “Piştî serdana Bexdayê, eger heye di vegerê de serdana Hewlêrê jî bikim û bi berpirsên wê derê re bicivim. Hevalên me li ser van mijaran kar dikin.”