Şandeke Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê li Stenbolê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê ji bo çareserkirina pirsgirêkên bazarên Herêma Kurdistanê li Stenbolê ye. Cîgirê Serokê Jûra Bazirganî dibêje: “Em hewl didin ku têkiliyên xwe yên aborî baştir bikin.”

Şandeke Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê serdana Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Stenbolê kir û bi Cîgirê Serokê wê jûrê re civiya. Armanca sereke ya serdanê, gihandina wan astengî û pirsgirêkên e ku karsazên Herêma Kurdistanê di dema serdana bo Tirkiyê de rastî wan tên. Herwiha her du aliya li ser pêşxistina peywendiyên bazirganî gotûbêjeke berfireh kirin.

Cîgirê Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Stenbolê Mihemed Davutoglu xweşhaliya xwe ji vê serdanê nîşan da û got ku ew piştgirî û giringiyeke taybet didin bazirganiya bi Herêma Kurdistanê re û dê hemû hewlên xwe bidin ji bo baştirkirina peywendiyên xwe yên aborî.

Davutoglu got, pêşxistina peywendiyên aborî yên bi Hewlêrê re ji karên wan ên pîşene ye û got: “Em wek Jûra Bazirganiyê ya Stenbolê girîngiyeke taybet didin mezinkirina vê bazirganiyê. Herwiha em têkiliyên xwe yên aborî tenê di warê hinardekirin û jîngehê de nanirxînin. Dostaniyeke me ya mezin û dîrokî bi hev re heye û divê em wê dostaniyê biparêzin û nehêlin kes têkiliya me têk bide.”

Ji aliyê xwe ve, Serokê şanda Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê Kameran Mihemed Salih ragihand, wan astengî û pirsgirêkên karsazên Herêma Kurdistanê li firokexaneya Stenbolê bi Cîgirê Serokê Jûra Bazirganî ya Stenbolê re gotûbêj kirine.

Ev cara yekem e ku Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê serdana Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Stenbolê dike û di demeke nêzîk de Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Stenbolê jî serdana Hewlêrê dike. Ev serdan dê têkiliyên bazirganiyê yên di navbera her du aliyan de baştir bike.