Dihok.. Amadekarî ji bo wergirtina genimê cotyaran tên kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê aliyên peywendîdar raspartin ku bi baştirîn awa amadekariyan ji bo wergirtina genimê cotyarên parêzgeha Dihokê ji bo werzê 2024ê bikin, hemî hêsankarî jî dê ji bo cotyaran bên kirin.
Îro (Duşem, 29.04.2024) bi serperiştiya Parêzgerê Dihokê Elî Teter û amadebûna Cîgirê Parêzgerê Dihokê, qayimqamên sinorê parêzgeha Dihokê, birêveberiyên sayloyên genimî û çend aliyên peywendîdar, civîneke berfireh li ser nêzîkbûna werzê dirûtinê û amadekirina pilaneke guncayî ji bo wergirtina genimê cotyaran hat kirin”.
Li dû ragehandineke parêzgeha Dihokê, Parêzgerê Dihokê Elî Teter di wê civînê de hemî aliyên peywendîdar raspartine ku bi baştirîn awa xizmeta wê piroseyê bikin.
Ev jî hin ji wan raspartinan in ên ku di wê civînê de hatine kirin:
- Li dû sinorê cografî, pilana wergirtina berhemê cotyaran ji bo werzê 2024ê tê belavkirin û berhem li her sê sayloyên Zaxo, Şêxan û Feydiyê tê wergirtin.
- Berhemê cotyaran bê birîn tê wergirtin û li dû pişkinînan hêsankarî jê re tên kirin.
- Berhemê cotyaran li ser bingeha pejirandina Birêvebiriya Genimî tê wergirtin û rê bi hawirdekirina genimî ya ji derveyê parêzgeha Dihokê nayê dan.
- Pêdivî ye hêsankarî ji bo veguhastina amûrên cotyaran bê kirin, ji bo vê meremê jî tîmên hatin û çûne, bergiriya şaristanî û dezgehên ewlehiyê di amadebaşiyê de bin ji ber çêbûna her rewşeke nexwestî.