Apikur: Em pêşwaziya pêkanîna lijneya hevpar a Hewlêr û Bexdayê bo hinardekirina petrolê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Komeleya Pîşesazî ya Petrola Herêma Kurdistanê (Apikur) pêşwaziya pêkanîna wê lijneya hevpar a navbera Hewlêr û Bexdayê dike, ku berî çend rojan ji aliyê Wezîrê Petrolê yê Îraqê ve hatiye ragehandin.
Berdevkê Komeleya Pîşesazî ya Petrola Herêma Kurdistanê (Apikur) Myles B. Caggins îro (În, 03.05.2024) ragehandinek belav kir ku tê de hatiye, “Apikur pêşwaziya pêkanîna lijneya hevpar a navbera Hewlêr û Bexdayê dike, ku berî çend rojan ji aliyê Wezîrê Petrolê yê Îraqê ve hatiye ragehandin, bi armanca destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya petrola Îraq-Tirkiyeyê”.
Herwesa di wê ragehandinê de hatiye, “Em wekî kompaniyên navdewletî yên warê petrolê li bendê ne ku em bi awayekî fermî bên haydarkirin, ji bo ku em rolê xwe di wan danûstandinan de bigêrin”.
Pêştir Wezîrê Petrolê yê Hikûmeta Îraqê Heyan Ebdulxenî jî ji K24ê re ragehandibû, “Em piroseya berhemanîn û hinardekirina petrolê li wan zeviyan aktîv dikin ên ku dikevin Herêma Kurdistanê”.
Herwesa Birêveberê Giştî yê Kompaniya Somoyê jî ji K24ê re ragehandibû, “Civînên me yên berî çend rojan li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Samanên Xwezayî li Hewlêrê li ser doza petrola Herêma Kurdistanê û hinardekirina wê ji bo benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê encamên erênî hebûn û li van nêzîkan hinardekirina petrolê dest pê dike û aliyên Tirkiyeyê jî amadekarî ji bo wê mijarê kirine”.