Hêmin Murad: Em genimê cotyarên Herêma Kurdistanê hinardeyî derve nakin

Hêmin Murad
Hêmin Murad

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Giştî yê Birêveberiya Çandinê ya Hewlêrê amajeyê dide, “Hinardekirina genimê cotyarên Herêma Kurdistanê ji bo derveyê welatî di berjewendiya cotyaran de nîne ji ber ku bihayê genimî di borsa cîhanî de gelek erzan e”.

Birêveberê Giştî yê Birêveberiya Çandinê ya Hewlêrê Hêmin Murad îro (Sêşem, 07.05.2024) ji K24ê re ragehand, “Em genimê cotyarên Herêma Kurdistanê hinardeyî derve nakin ji ber ku bihayê genimî girêdayî bihayê borsa cîhanî ya genimî ye”. Herwesa got, “Ew bihayê niha li sayloyê tê bazarkirin bihayê piştgirîkirî ye ji bo cotyaran”.

Ji bo ku genimê cotyarên Herêma Kurdistanê li navxwe bê bikaranîn, Birêveberê Giştî yê Birêveberiya Çandinê ya Hewlêrê ragehand, “Em dê sinorên Herêma Kurdistanê kontirol bikin ji bo ku çi genim ji derveyê welatî neyê hawirdekirin û feyde ji genimê cotyarên navxwe bo kargehên alîkî û pîşesaziya alîkî bê wergirtin”.

Hêmin Murad li dawiyê got, “Wesa jî em dikarin piştevaniya cotyarên Herêma Kurdistanê bikin, eger tevaya genimê cotyaran li Bexdayê neyê wergirtin jî”.