Wezareta Pêşmerge: Ji sedê 75 a Pêşmergeyan kartên bankan ên Hejmara Min wergirtine
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Pêşmerge radigehîne, “Heta niha 75% a Pêşmergeyan kartên bankan ên Hejmara Min wergirtine”.
Birêveberiya Giştî ya Budce û Bernameyan û Jimêryariya Giştî li Wezareta Pêşmerge di ronkirinekê de eşkere kiriye, “Wezareta Pêşmerge di pirojeya Hejmara Min de pêşeng bû û heta niha 75% a Pêşmergeyan kariye kartên bankan ên Hejmara Min werbigirin û her roj zêdetir kartan ji bankan werdigirin”.
Herwesa di wê ronkirina Wezareta Pêşmerge de hatiye, “Li meha Nîsanê û di qonaxa duyê de, hejmareke Pêşmergeyan bi rêya pirojeya Hejmara Min mûçeyên xwe wergirtine”.
Di dawiya ragehandina Wezareta Pêşmerge de amaje hatiye dan, “Em piştrastiyê didin ku em dê bi zûtirîn dem serkeftina pirojeya Hejmara Min rabigehînin ku ew jî temambûna karûbarên tevaya hêzên Pêşmergeyan û wergirtina mûçeyên wan bi rêya eliktironî ye”.
Li dû amarên pirojeya Hejmara Min, tevaya hejmarên vekirî ji bo mûçexurên dezgehên cuda cuda yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê gehiştiye 301 hezar hejmaran û ji wê hejmarê jî 200 kartên bankan ji xwediyên wan re hatine dan.