Çandiniya Hewlêrê: Li Hewlêrê rojane 10 hezar karton hêk tên berhemanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Hewlêrê ragihand, li Hewlêrê rojane 9 heta 10 hezar karton hêk tên berhemanîn, jo bo hinardkirinê jî, divê hêsankarî ji bo xwediyên projeyan bên 2kirin.

Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Hewlêrê Hêmin Seyîd Murad îro 11ê Gulanê ji K24ê re ragihand, li Hewlêrê 20 projeyên berhemanîna hêkan hene, lê tenê 18 ji wan kar dikin.

Diyar kir jî: “Li Hewlêrê rojane 9 heta 10 hezar karton hêk tên berhemanîn û pêwîstiya Hewlêrê ya rojane jî 2500 heta 3000 karton e.”

Hêmin Seyîd Murad got: “Nêzîkî 7 hezar karton hêk ji pêwîstiya Hewlêrê zêdetir e û divê ji xwediyên projeyan hêsankarî bên kirin, ji bo hêkan hinarde bikin.”