Nêçîrvan Barzanî: Ji bo rûbirûbûna guherîna keşûhewayê pêwîstiya me bi karê bilez heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê radigihîne, “Pêwîstiya ye ku em bilez bi kar û plan û stratejiyên demkurt û demdirêj heye, ji bo rûbirûyî guharîna keşûhewayê bibin”.
Bi amadebûna Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 12ê Gulanê Sempozyûma Navdewletî ya taybet bi hişkesaliyê û bandorên guherîna keşûhewayê li ser rewşa siyasî, aborî û demografî ya Iraqê li Hewlêrê dest pê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotarekê de got: “Mixabin Iraq ji ber guherîna keşûhewayê, bandoreke gelekî xirab li ser e. Li gorî rapora herî dawî ya Neteweyên Yekgirtî, di cîhanê de di rêza pêncemîn de ye. Helbet ev yek encamên nerênî li ser hemû warên jiyanê li Iraqê û di nav de Herêma Kurdistanê çêdike. Gelek metirsiyên weke biyabanbûna zêdetir û jinavçşna zeviyên çandiniyê dirust bike.”
Diyar kir jî: “Li gorî amaran, her sal bi sedan kîlometrên çargoşe ji zeviyên çandiniyê li Iraqê hişk û çol dibin û her sal bi dehan hezar kes li başûr û naverasta Iraqê koçber dibin. Ji Cotmeha sala borî ve, 130 hezar kes li başûr û naverasta Iraqê neçar bûn ku malên xwe biterikînin. Ev yek ji bilî têkşûna ewlehiya civakî û zêdebûna xizanî, bêkarî, karesatên xwezayî, pirsgirêkên tenduristiyê û gelek encamên neyînî yên din.”
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir: “Pêwîstiya me li Iraq û Herêma Kurdistanê bi karê bilez, plan û stratejiyên demkurt û demdirêj heye, ji bo rûbirûbûna guherîna keşûhewayê. Ji bo vê mebestê jî divê ev mijar bibe karekî pêşîn û cidîtir di siyaset, bername û karê hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê de û bi hev re hevkariyê bikin. Divê hikûmeta Iraqê bûdceya pêwîst dabîn bike û saziyên taybet hebin ku xwedî desthilatên zêdetit bin.”
Weke ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, “Pêwîst e sîstem û bernameyên perwerdeyê zêdetir giringiyê bidin hişyarî û çanda jîngehê, parastina avê, qirêjiya keşûhewayê, kêmkirin û bikaranîna enerjiyê û kêmkirina zibilan. Herwiha divê bi rêya çapemenî, navend, rewşenbîr û mamostayên olî bi berdewamî kes, malbat û civakê li ser vê mijara girîng bên hişyarkirin.”
Ev yek di demekê de ye, jîngeh û keşûhewaya Iraqê her ku diçe pîstir dibe û hişyarî ji encamên metirsîdar tên dayîn. Li gorî rapora herî dawî ya ajansa Swîsrî IQ Air, Iraq xwediyê duyemîn keşûhewaya herî qirêj a cîhanê ye, rêjeyeke mezin ji hewaya ku iraqî rojane dikişînin, jehrîn e.