Mesrûr Barzanî di panelekê de behsa pêşhatên li Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro 12ê Gulanê di paneleke taybet de, ronahiyê dixe ser pêşhatên dawî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê.
Panela Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya Sempozyûma Navdewletî ya taybet bi hişkesaliyê û bandorên guherîna keşûhewayê li ser rewşa siyasî, aborî û demografî ya Iraqê de dibe, ku îro bi amadebûna Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Hewlêrê dest pê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji destpêka destbikarbûna kabîneya xwe ve, avakirina Kurdistaneke kesk û avedan kire karê pêşîne û çendîn projeyên giring û stratejîk ji bo vê armancê hatin encamdan. Ew kar û proje jî di çendîn warên cuda hatin cibicîkirin, ji wan jî pîşesazî, parastina çavkaniyên avê, vezîvirandin û hilberîna enerjiya pak.
Nêrîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya ji bo Kurdistaneke Kesk:
1- Qedexekirina şewitandina gaza kêlgehan:
Li parzûngehên petrolê yên Herêma Kurdistanê rojane 150 milyon metre sêca gazên ziyanker dihat şewitandin û têkelî bayê pak dibû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ev yek qedexe kir.
2- Hilberîna enerjiya pak a bi enerjiya royê:
Serokwezîr Barzanî 100 milyon dolar ji bo berhemanîna enerjiya nûjenbûyî bi rêya enerjiya royê heta dawiya sala 2024an terxan kiriye, bi mebesta dûrketina ji sotemeniyên kevneşopî.
3- Berhevkirina ava baranê:
Zêdetirî 100 hewz ji bo komkirina avê hatine çêkirin, ku alîkariya sektora çandinî û geştiyariyê dike û rê li ber lehiyê digire.
4- Damezrandina kargeha vezîvirandina qîra bikarhatî:
Serokwezîr Mesrûr Barzanî yekem kargeha pêşkeftî ya vegerandina qîrê vekir ku wek yekem kargeha ji vî awayî li ser astê Iraqê tê zanîn ku stûneke girîng a şoreşa jîngehdostiyê ye.
5- Derkirina Yasaya Parastina Mafên Ajelan:
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi cîbicîkirina projeyasaya jimare 14 a derbarê mafên alelan û sizakirina tund a wan kesên ku tundiyê li ajelan dikin, kiriye.
6- Parastina çavkaniyên avê:
Herêma Kurdistanê bi projeyasaya jimare 4, hewla parastina samana avê daye, bi taybet parastina çavkaniyên avê ji qirêjiyê guhertina topografî.
7- Ciwankirina jîngeha Kurdistanê:
Li Herêma Kurdistanê dest bi çêkirina zêdetirî 200 bendav û hewzan ji bo ciwanbûna sirûştê hatiye kirin.
8- Dermankirin û dubare bikaranîna çopê:
Kabîneya Nehem mijara vezîvirandinê bi pêş ve xistiye û hêsankarî ji bo avakirina kargehên vezivirandina plastîk, alûmînyûm û metalên din kiriye.