Îro 25 hezar mûçexur bi rêya Hejamra Min mûçeyên xwe werdigirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Îro 25 hezar mûçexurên Herêma Kurdistanê bi rêya pirojeya Hejamra Min mûçeyên xwe yên meha Nîsanê werdigirin.
Li dû ragehandineke Tîma Pirojeya Hejmara Min, îro (Pêncşem, 16.05.2024) mûçeyên meha Nîsanê yên 25 hezar mûçexurên Herêma Kurdistanê ku piraniya wan li sinorê parêzgeha Hewlêrê ne bi awayê dîjîtal û bi rêya pirojeya Hejmara Min tên dan.
Niha 231 amûrên derxistina pereyî ATM li seranserî Herêma Kurdistanê bedrest in û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Heta dawiya sala 2024ê, hejmara wan dê bibe nêzî hezar amûran”.
Li dû wê ragehandinê, mûçeyên wan 25 hezar mûçexuran dê di navbera seet 02:00 heta 03:00 li ser hejmarên wan bên zêdekirin û ew dê bi rêya kurtenameyekê bên haydarkirin ku dikarin serdana amûrên ATM bikin û mûçeyên xwe werbigirin.
Li dû amarên Tîma Pirojeya Hejmara Min, heta niha zêdetirî 400 hezar mûçexurên dezgehên cuda cuda yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî wê pirojeyê bûne; ji wê hejmarê jî 200 hezar kesan kartên xwe yên bankan wergirtine.