Girtiyên Doza Kobanê Kişanak û Tuncel hatine berdan û daxuyaniyan didin

Diyarbekir (K24) - Di doza Kobanê ku duh (16.05.2024) li Dadgeha Giran a 22yemîn a Enqereyê hat dîtin û biryara girtiyên dozê hat eşkerekirin de siyasetmedarên jin ên Kurd ku serbest hatin berdan, li ber deriyên girtîgehan daxuyanî dan. Li gorî îdiayên van siyasetmedaran, ev biryar siyasî ye û biryara Tifaqa Cûmhûrê ye.

Di Doza Koanê de ku li ser bûyerên 6 û 8ê Cotmeha 2014an li 35 bajar, 96 navçe û 131 deverên jiyanî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bend hatibûn danîn û li ser şerê li Kobanê çalakî û xwepêşandan hatibûn kirin. Li ser vê yekê jî ji aliyê HDPê ve banga piştgiriya xelkê Kobanê hatibû kirin û li ser vê rojevê bi giştî ji bo 108 siyasetmedarên ku ji ber gotin, peyam an jî bangewaziyên kiribûn, doz hatibûn vekirin û ji wê salê heta niha piraniya bersûcên vê dozê bi awayekî girtî dihatin darizandin.

Piştî dewamkirina dozê ya bi salan, duh dadgehê biryar da û bi giştî 5 tahliye, 12 beraat hatin ragihandin. Her wiha di nav siyasetmedarên ku serbest hatin berdan de jî, siyasetmedarên jin ên wekî Gultan Kişanak, Ayla Akat Ata û Sebahat Tuncel jî hebûn ku di saetên şevê de li ber deriyên girtîgehan ji aliyê xizmên xwe û siyasetmedaran ve hatin pêşwazîkirin.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ya berê Gultan Kişanak li ber deriyê Girtîgeha Kocaeliyê di daxuyaniya xwe ya yekem de got ku “Di vê dozê de biryar derket lê hevalên me azad nebûn. Em ji ber vê xemgîn in. Pêdiviya me ne bi serbestmayînê, bi azadî û aştiyê heye. Mesele ne tehliyebûna ji dozekê ye, mesele pêkanîna hawireke çareserkirina pirsan e. Em dixwazin li welatekî ku jin û gel bi azadî tevbigerin bijîn. Em dixwazin li welatekî ku bawerî, ziman û nasname nabin pirsgirêk bijîn. Em dixwazin li hundir jî li derve jî bi azadî bijîn. Ez ji bo hemû jin û zarok û civakê siberojeke azad dixwazim.”

Siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel jî ligel Ayşe Yagci, Meryem Adibellî û Ayla Akat Ata li ber deriyê Girtîgeha Sîncanê hatin pêşwazîkirin. Sebahat Tuncel jî di daxuyaniya xwe de got ku “Edalet bi cih nehat, ev 3 sal in em li dadhegan hewil didin ku vê bidin zanîn. Çaresernekirina pirsa Kurd û polîtîkayên Ak Partiyê bûn sedema vê dozê. Yên ku em darizandin, ne dadgeh bû, ya rast Ak Partîyiyên ku cube li xwe kiribûn û Tifaqa Cûmhûrê bû. Me ev dizanî û îro jî rastiya vê derket holê ku ev biryareke siyasî bû. Ak Partî îro dibêje em bi gelê Filîstînî re ne, rast e. Lê di sala 2014an de heman hovîtî li Kobanê li dijî Kurdan jî hebû. Me nikaribû em wekî Partiya Gelan a Demokratîk li dijî vê qirkirinê bêdeng bimînin. Em li rûmeta mirovahiyê xwedî derketibûn. Îro ev siza li rûmeta mirovahiyê hatiye birîn. Têkoşîna me neqediyaye.”

Fly Erbil Advertisment