Hikûmet piştgirî dide xebatên xêrxwazî yên veberhêneran
Navenda Nûçeyan (K24) – Di heyama Kabîneya Nehem de, sermayedaran bi sedan projeyên xêrxwazî çêkirine û pêşkêşî hikûmetê kirine. Rêveberê Veberhênana Hewlêrê jî da zanîn, di pêşerojê de dê projeyên din ên xêrxwazî werin cîbicîkirin.
Dibistana Seretayî ya Mecîdî, dibistaneke hikûmetê ya nûjen e ku li ser rûberek 8 hezar metre çargoşe ji hêla veberhêner Ehmed Mecîdî ve hatiye çêkirin. Dibistan ji 18 polan, jûrên taqîgehên kompîturê û zanistî, jûrên xêzkirinê û pirtûkxaneyekê pêk tê.
Ev sermayedarê Kurd ji bilî dibistanê, baxçeyê zarokan jî bi jûreyên lîstikê, şano, mûzîk û wênesaziyê ava kiriye. Her du jî bi bûdceya nêzîkî pênc milyar dînar hatine avakirin.
Dema ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibistan vekir got, her dibistanek ku di pêşerojê de were çêkirin, divê bi heman şêweyî û kalîteyê be.
Rêveberê Karên Ehmed Mecîdî, Barzan Mela Xalid got: “Ji bilî vê dibistanê, dibistaneke din a amadeyî û baxçeyeke zarokan jî bi hemû pêdiviyên nûjen dê ji bo Wezareta Perwerde û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê dabînkirin. Ew beşek e ta ku veberhêneran di afirandina nifşeke nû de beşdar bin. Armanca me ew e ku em nifşeke nû, ramanek nû û îdeolojiyekê ku bi ax û welat girêdayî be biafirînin.”
Di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, sermayedaran bi sedan proje di warê xwendingeh, nexweşxane, navendên polîs û baregehên berevaniya sivîl de ava kirine. Herî dawî jî malek ji bo temenmezinan li Hewlêrê bû ku ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hat vekirin. Rêveberê Veberhênana Hewlêrê da zanîn jî, di pêşerojê de projeyên din ên xêrxwazî dê ji aliyê sermayedaran ve werin cîbicîkirin.
Li gorî agahiyan, di demek nêzîk de Desteya Veberhênanê dê xelatê bide zêdetirî 50 sermayedarên ku projeyên xwe yên xêrxwaziyê didomînin' ev jî bi mebesta handana bo karên zêdetir.