Cotkar: Nirxê genim ê Rêveberiya Xweser diyar kiriye dê rewşê zehmetir bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Çandiniyê ya Rêveberya Xweser nirxê kirîna kîloya genim ji cotkaran bi 31 sentên Amerîkî destinîşan kiriye. Vê biryarê jî nerazîbûn li cem cotyarên deverê peyda kirye bi taybetî ku nirxê genim sala bûrî baştir bû û digihişt 43 sentan.

Cotkar Ebdulrehman Ebd dibêje: “Nirxê genim li gorî par, gelekî kêm bûye, ev yek zirareke mezin digihîne cotkaran, bi taybet ku sotemenî û dolar giran bûye.”

Cotyar Ziyad Şûcaa dibêje: “Berhemanîna îsal kêm e û nirxê ku Rêveberiya Xweser destnîşan kiriye, dê rewşê zehmetir bike, heya niha ez nizanim li ser çi bingehê ev nirx hatiye danîn.”

Ji ber giraniya lêçûna çandiniya genim li Rojavayê Kurdistanê, cotkaran pêşbînî dikir ku nirxê kirîna wî ji sala bûrî baştir be. Cotkar dibêjin, eger Rêveberî ji biryara xwe venekşiya ew ê rastî ziyaneke mezin bên.

Endizyar Ebdulqadir Melkê got: “31 sent, yê ku du – sê av dabin genimê xwe, 31 sent lê diçe. Behem jî ne gelekî baş e ku çiwal dibe 40, lê belê dibe 15 heta 22 çiwal. Bi baweriya min, yê ku ev nirx daniye, ne li gorî lêkolîn an bingehekê daniye.”

Ji ber biryara Rêveberya Xweser, xelk li bajarê Amûdê û Reqayê derketin kolanê û nerazîbûna xwe nîşan dan. Herwiha Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê jî di daxuyaniyekê de got, biryara Rêveberiya Xweser ne berpirsyane ye û dê bibe sedema koçberiya xelkê.