Di îsal de 33 piroje li Soranê çûne di warê bicihanînê de
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi destpêkirina Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, karwanê avedaniyê gehiştiye Îdareya Serbixwe ya Soranê. Ji destpêka îsal ve 33 piroje bi gojimê 21 milyar û 500 milyon dînaran çûne di warê bicihanînê de û li paşerojeke nêzîk razîbûn dê li ser hejmareke din jî ya pirojeyan bê diyarkirin.
Rêya Navdewletî ya Hamiltonê Deriyê Hacî Omeranê û Îdareya Serbixwe ya Soranê bi parêzgehên Hewlêr û Dihokê ve girê dide, ku 80 milyar dînar jê re hatine terxankirin. Pêştir pirojeyên stratejîk ên wesa li wê deverê nehatine bicihanîn.
Endazyarê serperiştê wê pirojeyê Haşim Seid ji K24ê re ragehand, “Pilan wesa bû ku li nîva meha Hezîrana îsal ev piroje hatiba temamkirin lê ji heşt kîlometran bû deh mîlometir û hin bendên din jî lê hatin zêdekirin, vê yekê jî dema wê paş xist. Tê çaverêkirin ku di van çend mehên bê de ew piroje bi awayekî serkeftî bê temamkirin”.
Rêya dualî ya 40 metrî li navenda qezaya Soranê jî pirojeyekî din ê giring ê wê deverê ye û di warê nehêlana qerebalixa hatinûçûnê de her şeş bajarkên Îdareya Serbixwe ya Soranê dê feydeyî jê bibînin.
Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb amaje da, “Di qonaxa yekê de me bizav kiriye ku Îdareya Soranê li ber bajarên din vebikin û bi hev re girê bidin. Bi destpêkirina van pirojeyên stratejîk û xasma rêya dualî ya Spîlk-Xelîfanê heta Zargeliyê û Over Pasa Deriyê Soranê, livîna hemî kertan hêsan dibe, lewma jî me li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji derveyî bicihanîna pirojeyên xizmetkariyên destpêkî, pirojeyên stratejîk jî xasma di warê rêyan de kirin di warê bicihanînê de”.
Ji destpêka sala 2024ê ve, li sinorê Îdareya Serbixwe ya Soranê bi gojimê 21 milyar û 500 milyon dînaran, 33 piroje di warên rêyan û konkirît û qîrkirinê, dabînkirina kareba enerjiya rojê û tora ava vexwarinê çûne di warê bicihanînê de.