Mesrûr Barzanî li Soranê: Pirojeyên me dê berdewam bin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li nav merasîmên danana berê binyatî ji bo çend pirojeyan li Îdareya Serbixwe ya Soranê gotarek pêşkêş kir û tê de ragehand, “Tevî rewşa giran a aborî û darayî, pirojeyên me dê ji bo xizmeta welatiyên me li tevaya deverên Herêma Kurdistanê berdewam bin”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 28.05.2024) berê binyatî ji bo çend pirojeyan li Îdareya Serbixwe ya Soranê dana û li nav wan merasîman gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragehand, “Em dilxweş in ku em îro ji bo danana berê binyatî ji bo çend pirojeyên giring li Îdareya Serbixwe ya Soranê ne. Duhî jî em ji bo vekirina pirojeya Pira Ranyayê li Îdareya Serbixwe ya Raperînê bûn”.

Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Bizav û xebata me ji bo wê yekê bûye ku tevî rewşa giran a aborî û darayî, pirojeyên me ji bo xizmeta welatiyên me li tevaya deverên Herêma Kurdistanê berdewam bin”.

Navbirî tekez jî kir, “Bername û pilana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku giringî tenê bi bajarên mezin neyê dan, belkî pêdivî ye tevî wan bajar û bajark jî pêş bikevin û em gundên xwe jî vebijînin”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa devera Soranê de jî got, “Devera Soranê ji gelek aliyan ve yek ji deverên stratejîk ên Herêma Kurdistanê ye û xwediya taybetmendiyên xwe ye ji ber ku ji bilî ku bi her du welatên Tirkiye û Îranê re hevsinor e, ji aliyê çandin û lihevguhertina bazirganî û geştyariyê jî ve pêgeheke giring heye û mimkin e roleke berçav di piroseya pêşxistina aborî de bibîne. Soranê di warê geştyariyê de jî derfeteke gelek guncayî heye”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere jî kir, “Em mijûlî danana qonaxa dawiyê ya pilana hin pirojeyên geştyarî ne ku vê deverê bi awayekî pêş dixe ku wekî deverên geştyarî yên giring ên cîhanê be û dê bi hezaran derfetên karî jî peyda bike”.

Mesrûr Barzanî ji aliyekî din ve jî ragehand, “Îdareya Serbixwe ya Soranê, ku ji deverên Soran, Barzan, Balekayetî û Biradostê pêk tê, xwediya pêkhateyeke cihêreng e. Ev jî nîşana zengîniya vê deverê ye ku di şoreş û serhildanên gelê Kurdistanê de qurbaniyeke zêde daye û demeke dirêj navenda şoreşên Kurdistanê bû”.

Navbirî ron jî kir, “Cihê dilxweşiyê ye ku ev çend sal in pêkhatên dînî yên cuda yên vê deverê, Misilman û Kiristiyan, gelek bi tebayî û aştiyane pêkve dijîn. Ez hêvîdar im ev kultûrê pêkvejiyanê zêdetir bê pêşxistin û zêdetir kûr bibe”.