Mesrûr Barzanî pirojeya Akwaparka Mîroyê li Şingilbanê vedike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirojeya Akwaparka Mîroyê li Şingilbanê li qezaya Rewandizê li sinorê Îdareya Serbixwe ya Soranê vedike.

Li sala 2019ê dest bi pirojeya Akwaparka Mîroyê li Şingilbanê hat kirin û li meha Hezîrana 2023ê karên wê temam bûn. Ev piroje ji rûbarekî 450 metrî pêk tê ku li dor wê parkê dizivire.

Pirojeya Akwaparka Mîroyê li Şingilbanê herwesa ji pişka zarokan û pişka malbatan, pêleke destçêkirî, melevangeheke vekirî, holeke daxistî ku melevangeha jinan tê de ye, hola werzişê, holeke taybet ji bo zarokan, sawna, cakozî, serşoka helmê û markêta xwarinên serpê pêk tê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her îro (Sêşem, 28.05.2024) seet 10:00 ê sibehê bi şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re serdana Îdareya Serbixwe ya Soranê kir û bi berpirsên wê yên îdarî re civiya. Paşî berê binyatî ji bo çar pirojeyan dana ku ji rêya dualî ya 40 metrî ya Hola Helkeftinan - Şehîdên Azadiyê, parka nav bajarî, Parka Niştîmanî û Over Pasa Deriyê Soranê pêk tên.

Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Bizav û xebata me ji bo wê yekê bûye ku tevî rewşa giran a aborî û darayî, pirojeyên me ji bo xizmeta welatiyên me li tevaya deverên Herêma Kurdistanê berdewam bin”.

Navbirî tekez jî kir, “Bername û pilana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku giringî tenê bi bajarên mezin neyê dan, belkî pêdivî ye tevî wan bajar û bajark jî pêş bikevin û em gundên xwe jî vebijînin”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa devera Soranê de jî got, “Devera Soranê ji gelek aliyan ve yek ji deverên stratejîk ên Herêma Kurdistanê ye û xwediya taybetmendiyên xwe ye ji ber ku ji bilî ku bi her du welatên Tirkiye û Îranê re hevsinor e, ji aliyê çandin û lihevguhertina bazirganî û geştyariyê jî ve pêgeheke giring heye û mimkin e roleke berçav di piroseya pêşxistina aborî de bibîne. Soranê di warê geştyariyê de jî derfeteke gelek guncayî heye”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere jî kir, “Em mijûlî danana qonaxa dawiyê ya pilana hin pirojeyên geştyarî ne ku vê deverê bi awayekî pêş dixe ku wekî deverên geştyarî yên giring ên cîhanê be û dê bi hezaran derfetên karî jî peyda bike”.