Nerazîbûna li dijî bihayê genim li Rojavayê Kurdistanê berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Çend rojin mangirtin û nerazîbûna li dijî biryara Rêveberiya Xweser ya taybet bi destnîşankirina nirxê kirîna genim berdewam e. Cotyar û beşdarên mangirtinê dibêjin, divê rêveberî ji biryara xwe vegere.

Di roja çaremîn a mangirtinan de, siyasetmedar, çalakvan û rêxistinên civaka sivîl jî beşdar bûne. Kesên beşdar dibêjin, nirxê nîşankirî ne li gorî lêçûna çandiniya genim e ku lêçûna çandiniya yek kîlo genim ji 31 sentan zêdetir e.

Siyasetmedar Mihemed Seîd Wadî dibêje: “Bi rastî zêdetirî 31 sentî lêçûna genim heye, ma dê çi vî cotkatê ku ewqas ked daye û westan didîtiye re bimîne. Par ku nirxê yek kîlo genim kiribûn 43 sent, dîsa nirxê mazot ji îsal erzantir bû. Piştî ku mazot û nan jî biha kirin, li şûna ku nirxê genim zêde bikin, erzan kirin. Yanê ew dixwazin cotkar bi kû ve herin, berê koçberiya wan bidin kû.”

Ji 26ê Gulanê ve, cotkarên Rojavayê Kurdistanê nerazîbûna xwe li ser biryara Rêveberiya Xweser ya destinîşanikirina nirxê yek kîlo genim bi 31 sentan nîşan didin û dibêjin, ewê n di çalakiyên xwe deberdewam bi heya ku daxwaza wan bicih bibe.

Ezîz Behlewî: “Divê ew li vê biryara danîne ser çandiniyê vegerin Erzankirina nirxê genim, derbeyek ji cotkarên me re ye. Îro em bang li rêveberiyê dikin ku li xwe vegerin û nirxê genim zêde bikin.”

Tevî berdewamiya çalakiyan li dijî biryarê, lê Rêveberya Xweser di konferanseke rojnamevanî tekez kir, bihayê genim dê her wekî xwe bimîne û biryara wan piştî hejmareke hevdîtinan bi Yekîtiya Cotkaran û Desteya Darayî re hatiye dan.