Dana Ceza: Serdana Mesrûr Barzanî ji bo Bexdayê ketwarekî nû peyda dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî berê yê Civata Nûnerên Îraqê amajeyê dide, “Ev ji bo dema çend salan e ku hejmareke alî û kesatiyên siyasî yên Îraqî arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê wekî karteke givaştinê li dijî Herêma Kurdistanê bi kar tînin.”
Endamê berê yê Civata Nûnerên Îraqê Dana Ceza îro (În, 31.05.2024) taybet ji K24ê re got, “Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Bexdayê di vê demê de giring û pirpeyam bû ji ber ku ew serdan tenê ji bo aliyên berpirsyar ên Hikûmeta Federalî nebû belkî ji bo aliyê kesên biryarbidest ên siyasî jî bû.”
Dana Ceza amaje jî da, “Wê serdanê dê bandoreke giring li ser hevfehimandinê û peydakirina ketwarekî nû ji bo peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hebe.”
Navbirî eşkere jî kir, “Ji ber ku ew serdan giring bû, li ser astê medyaya Îraqê jî rengvedan hebû ku bi giringî ve bal kêşabû ser wê.”
Wî endamê berê yê Civata Nûnerên Îraqê herwesa got, “Hejmareke alî û kesatiyên siyasî yên Îraqê baş dizanin ku arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê çi ne lê ev ji bo dema çend salan e wan arêşeyan wekî karteke givaştinê li dijî Herêma Kurdistanê bi kar tînin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Pêncşem, 30.05.2024) bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û hejmareke civînan bi serkirde û berpirsên Hikûmeta Îraqê re kir.
Armanca serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li ser bingeha destûrî ye.