Kerîm Silêman: Serdana Mesrûr Barzanî bo Lalişê ji aliyê madî û manevî ve giring e

Kerîm Silêman
Kerîm Silêman

Navenda Nûçeyan (K24) - Wekîlê Wezareta Çandinê ya Herêma Kurdistanê amajeyê dide, “Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Lalişê ji aliyê madî û manevî ve ji bo Êzidiyan û xelkê deverê giring e.” Herwesa dibêje, “Mîrê Êzidiyan sê mijar bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re behs kirin.”

Wekîlê Wezareta Çandinê ya Herêma Kurdistanê Kerîm Silêman îro (Duşem, 03.06.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Mîrê Êzidiyan û Civata Ruhanî ya Peristingeha Lalişê pêşwaziya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û serdana wî ji bo Lalişê gelek giring bû.”

Kerîm Silêman amaje jî da, “Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Lalişê ji aliyê madî û manevî ve ji bo Êzidiyan û xelkê deverê giring e.”

Navbirî herwesa got, “Mîrê Êzidiyan sê mijarên serekî bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re behs kirin; mijara yekê girêdayî çarenivîsa xelkê Şingalê li kempan bû. Mijara duyê girêdayî nûjenkirina Lalişê bû, merema Êzidiyan ew e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê aliyê serekî yê piroseya nûjenkirinê be. Mijara sêyê jî girêdayî bîranîna komkujiya Êzidiyan ji aliyê DAIŞê ve bû ku ber bi sala dehê ve diçe.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 03.06.2024) di berdewamiya serdan û çalakiyên xwe yên li sinorê parêzgeha Dihokê de serdana Peristingeha Lalişê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxuyaniyeke taybet ji K24ê re da, tê de dilxweşiya xwe ji bo serdana Lalişê diyar kir û ragehand, “Êzidî xûşk û birayên me ne û Kurdên resen in. Ez hêvîdar im em bikarin zêdetir xizmeta xûşk û birayên Êzidî bikin.”

Mesrûr Barzanî tekez kir ku Êzidiyatî yek ji dînên resen ên Kurdistanê ye û got, “Cihê şanaziyê ye û em dilxweş in ku derfet hebû em ji nêz ve serdana Lalişê bikin û Mîrê Êzidiyan û Civata Ruhanî bibînin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pareke din a gotara xwe de ragehand, “Divê em karekî wesa bikin ku ew Êzidiyên ji Şingalê aware bûne bi serbilidî û keramet vebigerin ser warê xwe û desthilat û ewlehiya deverên wan di destên wan bi xwe de be, tevî ku niha jî li welatê xwe û di nav xûşk û birayên xwe de ne.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez li ser qerebûkirina Êzidiyan û pêşkêşkirina xizmetkariyan ji wan re kir ji ber wê xedra li wan hatiye kirin, herwesa tekez kir ku divê karekî wesa bê kirin ku careke din çi kesek hizir di wê yekê de neke ku destdirêjiyê an jî zordariyê li dijî Êzidiyan bike.

Fly Erbil Advertisment