Serokwezîr Mesrûr Barzanî razîbûna xwe li ser bicihanîna pirojeya tunela Zawîte diyar kir

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Giştî yê Birêveberiya Rêyan a Parêzgeha Dihokê dibêje, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê razîbûna xwe li ser bicihanîna pirojeya tunela Zawîte diyar kiriye ku dê xizmeteke berçav pêşkêşî welatiyan û geştyaran bike.”

Birêveberê Giştî yê Birêveberiya Rêyan a Parêzgeha Dihokê Şêrzad Qadir îro (Pêncşem, 06.06.2024) ji K24ê re ragehand, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razîbûna xwe li ser bicihanîna pirojeya tunela Zawîte bi gojimê 42 milyar dînaran diyar kiriye.”

Şêrzad Qadir herwesa got, “Tunela Zawîte yek ji pirojeyên giring û stratejîk ên parêzgeha Dihokê ye û dê xizmeteke zêde pêşkêşî welatiyan bike, herwesa dê bandor li ser vejandina kertê geştyarî jî hebe.”

Ev di demekê de ye ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Duşemê, 03.06.2024, di merasîmekê de berê binyatî ji bo Parka Aloka û Parka Serhildanê li taxa Berojkê ya bajarê Dihokê bi gojimê 131 milyar û 898 milyon û 515 hezar dînaran dana.

Paşî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê çû Baedrê û berê binyatî ji bo rêya Baedrê-Êtîtê dana. Ew rê 26 kîlometran dirêj e û bi gojimê 135 milyar û 584 milyon dînaran tê çêkirin. Bi temambûna vê projeyê re, tevahiya rêya Dihok-Hewlêrê dibe dualî.

Bi gojimê zêdetirî yek tirilyon û 100 milyar dînaran, Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî 971 pirojeyan li sinorê parêzgeha Dihokê bi cih anîne û bi awayekî dadperwerane li ser qeza û nahyeyan parve kirine.

Fly Erbil Advertisment