Bi zêdetirî sê milyar dînaran çend piroje li Soranê tên bicihanîn

Soran
Soran

Navenda Nûçeyan (K24) - Di berdewamiya bizavên Kabîneya Nehê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo gehandina xizmetkariyan ji welatiyan re, bi gojimê sê milyar û 395 milyon dînaran çend pirojeyên xizmetkarî li Îdareya Serbixwe ya Soranê keftin di warê bicihanînê de.

Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 09.06.2024) parve kir, “Li Îdareya Serbixwe ya Soranê çend pirojeyên xizmetkarî yên giring bi gojimê sê milyar û 395 milyon dînaran pêxemetî zêdetir xizmetkiirina welatiyên qezaya Soranê keftin di warê bicihanînê de.”

Fermangeha Medya û Zanyaran amaje jî da, “Ew piroje jî wv bûn; çêkirina cadeyeke serekî li gundê Kewrînê bi gojimê 726 milyon dînaran, danana berê binyatî ji bo pirojeya tora ava vexwarinê li gundê Kewrînê bi gojimê 250 milyon dînaran, çêkirina cadeya 20 metrî ya Korekê li qezaya navendî ya Soranê bi gojimê 578 milyon dînaran, çêkirina cadeyên navxwe yên taxa Eylûlê bi gojimê zêdetirî 841 milyon dînaran û çêkirina dîwarê ragir li çend taxên Îdareya Serbixwe ya Soranê bi gojimê yek milyon dînaran.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja 28.05.2024ê piştî danana çend pirojeyan li Îdareya Serbixwe ya Soranê li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê ragehand, “Xelkê devera Soranê qurbaniyeke zêde daye û hejî wê yekê ye ku wekî xelkê hemî deverên dî yên Kurdistanê xizmeta wî xelkî jî bê kirin.”

Ew pirojeyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî berê binyatî jê re danabûn ev bûn; rêya dualî ya 40 metrî ya hola helkeftinan - Şehîdên Azadiyê, Parka Nav Bajarî, Parka Niştîmanî û Overpasa Deriyê Soranê. Paştir jî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirojeya Akwaparka Mîroyê li Şingilbanê li qezaya Rewandizê li sinorê Îdareya Serbixwe ya Soranê vekir.